Destpêşxerîya Civaka Sîvîl a Kurdî | مبادرة المجتمع المدني الكردي

The Issue

Kurdi | العربية

Destpêşxerîya Civaka Sîvîl a Kurdî ji bo Yekrêzîya Siyasî ya Kurdî

Bi pêdeçûna bûyeran re, ji gava ketina rejîma Esed ve, û ragihandina bilez bo hukûmeta demkî bi rêvebirîya Hey’et Tehrîr El-Şam, qonaxeke nû li Sûrîyayê dest pê kir, di vê qonaxê de bilindkirina asta xebata siyasî li nav hemû hevwelatîyên Sûrîyayê tê xwestin da ku rûpela qonaxa çûyî bigirin û welatekî ji bo hemû hevwelatîyan ava bikin. Di vê dema guhertinê de li gel xwesteka heyî ku Sûrîyayê ji bin barê zordarîyê derxînin û bibne ber bi azadî û demokrasîyê ve, pêwîst e doza Kurdî bi awayekî dadmend bête çareserkirin, û cihê kurdan ê dîrokî weke neteweyeke niştimanperwer ku her demê li dijî zordarîyê bû û siyasetên çewisandin û nijadperestî red dikir, bête parastin.

Di nav pêvajoya siyasî ya Sûrîyayî û erebî û navneteweyî de, hemû mijarên çarenûsî yên girêdayî siberoja welat têne gengeşekirin, rola Kurdên Sûrîyayê ew e ku hewildanên xwe yên siyasî bikin da ku doza xwe derxînin holê û çareyeke dadmend jê re peyda bikin, piştire, tev li prosêsa siyasî ya veguhezana ya tê xwestin bibin. Bo vê yekê tê xwestin ku hêzên Kurdî nakokîyên xwe yên siyasî deynin alîyekî û li bangên civaka kurdî guhdar bikin, ku li gel hev kar û xebat û bizavên xwe bikin hetanî ku mafên kurdî yên niştimanî yên rewa bi dest bixin. 

Ji ber pêwistîyên vê demê ji hêlekê ve, û ji ber parçebûna hêzên siyasî yên Kurdî ku di dema aniha de tê de dijîn ji hêleke din ve, û ji ber, di nav van guhertinên heyî de, ti hêzeke Kurdî bi tena serê xwe nikare bêje ew nûnertîya hemû Kurdên Sûrîyayê dike, û nerînên xwe bi tenê ji bo çareserkirina doza Kurdî ferz bike; lew re, grûpek ji rêxistinên civaka sivîl û çalakvanên civaka sivîl ên Kurd li hev civiyan da ku dest bi destpêşxerîyekê bikin, armanca wê yekkirina dengê Kurdî di hemû civînên niştimanî û yên navneteweyî de, ew jî bi rêya yekkirina nerîna kurdan ji bo maf û rola wan li ser asta niştimanî, li gel ku beşdarîyeke rasteqîne ya kurdan di avakirina Sûrîyaya nû de hebe.

Ev destpêşxerîya han xwe nabîne nêzîk an dûrî çi alîyekî, û yên li ser îmze kirine dibînin ku pêwistîyeke girîng heye da ji nû ve dest bi gotûbêjeke lezgîn di nav hemû alîyên siyasî yên Kurdî çêbibe, û bi alîkarîya civaka sîvîl da ku van armancên han pêk bînin:

  • Gotûbêjeke Kurdî-Kurdî dest pê bike, bi beşdarbûna hemû alîyên siyasî, rêxistin, kesayetî û çalakvanên civaka sivîl.
  • Divê ev gotûbêja Kurdî-Kurdî belgeyek a prensîpan  derxîne ku xal û rûdêmên doza Kurdî û daxwazên Kurdan di Sûrîyaya nû de destnîşan bike.
  • Çarçoveyeke siyasî wek nûner di zûtirîn dem de bê avakirin, ku hemû partî û hêzên siyasî û yên sivîl ên Kurdî di nava xwe de vehewîne, û jê şandeke danûstandinê ji bo pêwendîya bi Şamê û paytextên Erebî, herêmî û rojavayî re bike.

Îmzekarên vê destpêşxerîyê bang li hemû alîyên têkildar dikin ku guhdanê li vê destpêşxerîyê bikin û armancên wê pêk bînin, her wisa îmzekar soz didin ku hemû derfetên xwe têxin ber xizmeta serketina gotûbêja Kurdî-Kurdî. Di dawîyê de, em hêvîyê ji Kurdên Sûrîyayê dikin ku piştgirîya vê destpêşxerîyê bikin, ya ku di nav de jî tê xwestin, xwe dûrî gotarên siyasî yên nakokdar an jî yên ku pirsgirêk û nakokiyan gurr dikin, bixin.

ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

مبادرة المجتمع المدني الكردي من أجل وحدة الصف السياسي الكردي

مع تسارع الأحداث منذ سقوط نظام الأسد، والإعلان العاجل عن حكومة تصريف الأعمال بقيادة هيئة تحرير الشام، بدأت مرحلة جديدة في سوريا تتطلّب تكثيف العمل السياسي بين كل السوريين لطي صفحة الماضي وتأسيس وطن من أجل جميع المواطنين. إن استحقاق التغيير الحالي والرغبة في الانتقال بسوريا من الاستبداد إلى الحرية والديمقراطية يستوجب حل القضية الكردية حلّاً عادلاً بما يحافظ على مكانة الكرد التاريخية كقومية وطنية وقفت ضد الاستبداد ورفضت سياسات الاضطهاد والتمييز القومي.

وداخل ما يجري من نشاط سياسي سوري وعربي ودولي يناقش مختلف القضايا المصيرية المتعلقة بمستقبل البلاد، يأتي دور كرد سوريا ليبذلوا جهودهم السياسية من أجل إبراز قضيتهم والوصول إلى حل عادل للقضية الكردية، والتواجد تالياً داخل العملية السياسية الانتقالية المنشودة. الأمر الذي يُملي على القوى الكردية وضع خلافاتها جانباً والاستجابة لمطالبات المجتمع الكردي بتنسيق وتوحيد جهودها للوصول إلى الحقوق الوطنية الكردية المشروعة.

وبالنظر لاحتياجات هذه المرحلة من جهة، ولحالة الانقسام التي تعيشها القوى السياسية الكردية في الوقت الحالي من جهة أخرى، وبما أنه لا يمكن مع المتغيرات الحالية لأي طرف كردي أن يزعم تمثيله لمجموع الكرد السوريين، وأن يفرض منفرداً تصوّراته لحل القضية الكردية، اجتمعت مجموعة من منظمات المجتمع المدني وناشطون مدنيون كرد من أجل إطلاق مبادرة تهدف إلى توحيد الصوت الكردي في المحافل الوطنية والدولية عبر توحيد رؤية الكرد لحقوقهم ودورهم على الصعيد الوطني والوصول إلى مشاركة كردية حقيقية في تشكيل سوريا الجديدة.

وإذ تقف هذه المبادرة على مسافة واحدة من جميع الأطراف، يرى الموقعون عليها ضرورة ملحة لإعادة إطلاق حوار عاجل وفعال بين الأطراف السياسية الكردية وبمساعدة من المجتمع المدني من أجل تحقيق ما يلي:

  • إطلاق حوار كردي - كردي يجمع مختلف الأطراف السياسية والمنظمات والشخصيات والفاعلين المدنيين.
  • أن ينتج الحوار الكردي - الكردي ورقة مبادئ موحدة تحدد ملامح حل القضية الكردية في سوريا، وتحدد المطالب الكردية في سوريا الجديدة.
  • أن يتم تشكيل جسم سياسي تمثيلي يضم الأحزاب والكيانات السياسية والمدنية الكردية دون إقصاء أحد، وبأسرع وقت ممكن، وينتج عنه وفد تفاوضي للتواصل مع دمشق وباقي العواصم العربية والإقليمية والغربية.

يحث الموقعون الأطراف المعنية على الاستجابة لهذه المبادرة وإنجاز النقاط الواردة أعلاه، كما يتعهدون بتسخير كافة إمكانياتهم لإنجاح الحوار الكردي - الكردي، كما نلتمس من الكرد السوريين تقديم الدعم لهذه المبادرة التي تستوجب أيضاً نبذ الخطابات السياسية التحريضية الكردية أو تلك التي تدعو لتعميق الخلافات والشقاق.

120

The Decision Makers

Influential Individuals.
Influential Individuals.
• Prominent leaders, activists, or figures who can influence decision-making.

Petition Updates

Share this petition

Petition created on 2 January 2025