Kampanya Kapatıldı

LI INTER ACTIVE MEDIA DA BILA ZIMANÊ KURDÎ JÎ HE BE !

Bu kampanya 151 destekçiye ulaştı


Ji UNESCO Ji UN û ji HUDOC (European Court of Human Rights

Ji platforma lêgerîn û ya înternetê ra : GOOGLE - YANDEX hw...

Ji Microsoft, SKYPE, HOTMAIL, TWITTER, WHATSUP hw...re.

Ji companiyên telefonan ra, NOKIA, LG, SONY, SAMSUNG, IPHONE, BLACKBERY û hw... re.

Companyên tv û compûteran re û hemû platformên dîjîtal da em jî dixwazin ZIMANÊ KURDÎ HEBE !

 

Silav...

Em wek ji miletê Kurd, li ser navê gelê Kurdistan, em çiqas bê dewlet û di bin dagirkerî û di bindestê  dewletên wekê Tirkîye, Sûrî, Iraq û Iran da bin jî em jî  mafên xwe yê mirovahîyê yek ji van mafê zimanê dayika xwe  dixwazin. Di internet, sosyal medya, plotformên navnetewî yên internetê wekê mînak di google, microsoft, you to be, twitterê da em dixwazin wekê hilbijêrekê zimanan da ZIMANÊ KURDÎ jî cih bistîne. 

Li cihanê bi tevahî nêzî 50 milyon kurd hene, Kurd û Kurdistanî înternet û compûterî % 80 dixebitînin. Bi rêya emilandin tevlîbûna gelê kurd ya digital medyayê jî wekê hemû netewan him madî him jî wek miletek, bi rêya zimanê kurdî ji bo networkê bi hejmara nifûza xwe mafê bikaranîna zimanê xwe heye !

Wekê şîrê dayikê jî helal e mafê zimanê dayikê !

Birêz û pirsîyarên navnetewî, em wekê miletê kurd bi nêzî 115 salane em di bin pergala dagirkerên kurdistanê da, wek pergala wan ya dagirkeriya kurdistanê asîmîlasyon û oto asîmîlasyonê da dijîn. Ji xeyna kuştin û qala kurdan, bi tunekirina çand, ziman û hebûna kurdan jî wek metirsiyekî mezin daye ji bo me kurdan.

Bi van gotin û rewşa ziman û gelê kurd, em hêvî dikin, hûn wek saziyên navnetewî bi lez û bez hûn ev pirskirêk û mafên me re bi biryarên fermî ji bo zimanê kurdî û an jî ji bo zimanên gelên bindest û bêdewlet ra hûn bi rêgez û dîplomasiya saziyên navnetewî da mafê gelê kurd yê ziman nas bikin!

Bi hêviya piştgirîya saziyên wekê yên we, hûn dilê gelê kurd û dilê gelên bindestan kêf xweş bikin.

Ligel silavan...

Li ser navê Gelê Kurdistanê 

Rûpela Facebookê: Kargeha Çanda Kurdî

Grafîk û Dîzayner: Berwar Berwarî (Mobile: +90 545 856 53 20)

 



Bugün Kargeha Çanda Kurdî imzanı bekliyor!

Kargeha Çanda Kurdî bu imza kampanyası için senin desteğini bekliyor: «Kargeha Çanda Kurdî, Berwar Berwarî, Deşta Helbestan: LI INTER ACTIVE MEDIA DA BILA ZIMANÊ KURDÎ JÎ HE BE !». Kargeha Çanda Kurdî ve imza atan diğer 150 kişiye katıl.