Divê hûn li dijî Erdoxan helwesteke tund nîşan bidin!Divê Aysel Tuğluk demildest bê berdan

Divê hûn li dijî Erdoxan helwesteke tund nîşan bidin!Divê Aysel Tuğluk demildest bê berdan
Warum ist diese Petition wichtig?
Deutsch | English | Français | Kurdî | Türkçe
Em vê bangê li Yekîtiya Ewropa, li Konseya Ewropa, li Serokatiya Werçerxa Konseya Eweropa û li Hikûmeta Federala Nuh a Almanyayê dikin:
Divê hûn li dijî Erdoxan helwesteke tund nîşan bidin!
Divê Aysel Tuğluk demildest bê berdan!
Ev 5 sal e ku parêzera mafên mirovan û parlementera berê, ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tuğluk di girtîgehê de ye.
Hevseroka HDPê û Parlamenter Pervîn Buldan diyar kir ku Tuğluk piştî qewimandina bûyera di merasîma cenazeyê dayika xwe de rastî êrîşa hêzên nîjadperest hat. Li ser vê êrişê bi giranî nexweş ket û ji wê rojê heta îro qet neaxiviye. Ji ber wê egerê nexweşîna wê jî girantir bûye.
Di rapora ku ji aliyê Fakulteya Bijîşkiya Dadiyê, ya Zanîngeha Kocaeliyê ve hatiye amadekirin de, hatibû diyarkirin ku Aysel Tuğluk ji ber sedema nexweşina Alzheîmer a kronîk û pêşketî nikare di girtîgehê de jiyana xwe bidomîne û divê demildest ji girtîgehê bê derxistin. Mixabin, Saziya Bijîşkiya Dadiya İstambulê ya ku bi Wezareta Dadê ve girêdayî, ev daxwaza rewa red kir.
Foruma Çandê, ya Almanya-Tirkiyeyê ji we daxwaz dike: Hikûmeta Tirkiyeyê li ser muxalîfên ku hatine girtin û di girtîgehan dimînin, zextên xwe yên sîstematîk rawestîne û bi dawî bike û girtiyên nexweşên wek Aysel Tuğluk demildest serbest bên berdan. Dîsa Foruma Çandê, ya Almanya-Tirkiyeyê daxwaz dike ku bi van girtiyên nexweş re, ew bi hezaran girtiyên ku ji alî vê hikûmetê ve bi sedema çalakiyên wan ên siyasî û civakî hatine girtin, ên wekî Selahattin Demirtaş, Osman Kavala û Gultan Kişanak bi heman şêweyê serbest bên berdan.
Em bi wesîleya vê rûdana şênber, ji Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, Serokatiya Werçerxa Konseya Eweropa û Hikûmeta Federala Nuh, a Almanyayê daxwaz dikin ku ji bo mafên mirovan, hûn di siyaseta xwe ya di derheqê Tirkiyeyê de helwesteke tund nîşan bidin û li pêşberî Serokomar Erdoğan dev ji siyaseta bi toleransa xweşbînî berdin.
“Divê ji bo parastina mafên mirovan û demokrasiyê hûn helwesteke bê tolerasn û tund li hember Tirkiyeyê jî nîşan bidin! Nerazîbûna xwe ya di vê derbarê de li pêşberî Tirkiyeyê aşkere bikin! Divê hûn ji HikûmetaTirkiyeyê demildest berdana Aysel Tuğluk û nexweşên din ên di zindanan de, berdana Selahattin Demirtaş, Osman Kavala, Gultan Kişanak û berdana bi hezaran girtiyên siyasiyên din, ên wekî wan daxwaz bikin!"
Divê van mijarên ku li jor hatine ravekirin, Yekîtiya Ewropa û Serokatiya Werçerxa Konseya Serokên Eweropayê, ya ku nuh Fransayê girtiye ser milên xwe bi lezgînî têxe rojava xwe û destûr û derfetê nede ku van mijarên li ser mafên mirovahiyê ji aliyê HikûmetaTirkiyeyê ve bên awiqandin. Ew peymanên li ser aborî û penaberiyê nikarin binpêkirina demokrasiyê û mafên mirovahiyê rewa bidin nîşandan.
Konseya Ewropayê pir caran wan mijarên têkildar guftûgo kirye û ev mijar anîye rojevê. Lêbelê HikûmetaTirkiyeyê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan, a Ewropayê nas nekir, tetbîq nekir û neanî cih. Pêbaweriya Konseyê, bi HikûmetaTirkiyeyê tetbîqkirina van biryaran ve girêdayîye. Em bawerin ku parastina hemû mafên van kesên ku navên wan derbasdibin wê bibe pêngaveke herî girîng.
Yekem îmzekar:
Erk Acarer, Ahmet Akgün, Lale Akgün, Rezan Aksoy, Kemal Aktaş, Ali Atalan, İmran Ayata, Nursel Aydoğan, Berivan Aymaz, Hayko Bağdat, Celal Başlangıç, Oya Baydar, Osman Baydemir, Saadet Becerikli, Lezgin Botan, Anke Brunn, Gerhard Brunn, Hasan Cemal, Cengiz Çandar, Safter Çınar, Abdullah Demirbaş, Renan Demirkan, Zehra Doğan, Can Dündar, Dilek Dündar, Ragıp Duran, Aydın Engin, Aslı Erdoğan, Bernhard von Grünberg, Ülkü Gürkan-Schneider, Gencay Gürsoy, Baskın Oran, Naz Öke, Doğan Özgüden, Tuba Hezer Öztürk, Leyla İmret, Selma İrmak, Hasip Kaplan, Yılmaz Karahasan, Atilla Keskin, Besime Konca, Kader Konuk, Klaus Kost, Ertuğrul Kürkçü, Nafiz Özbek, Bedia Özgökçe, Ziya Pir, Anton Rütten, Faysal Sarıyıldız, Herbert Schmalstieg, Nora Şeni, İnci Tuğsavul, Ferhat Tunç, Günter Wallraff, Gülçin Wilhelm, Kemal Yalçın, Sibel Yiğitalp, Ahmet Yıldırım, Ayşe Yıldırım, Ragıp Zarakolu, Mazhar Zümrüt.