BANGA DESTÛRÎKIRIN Û FERMÎKIRINA ZIMANÊ KURDÎ LI SÛRIYÊ
Das Anliegen

Em bang li hikûmeta Sûriyê dikin da ku di Destûra Sûriyê de bi awayekî eşkere zimanê Kurdî, li kêleka Erebî, weke zimanekî fermî yê Sûriyê nas bike û bi qanûnên ferzker û pêkanbar bikaranîna wî ya wekhev di perwerdehiyê, rêveberiya giştî û jiyana giştî de misoger bike.
Di heman demê de, em ji civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û UNESCOyê dixwazin ku bi awayekî çalak piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û alîkariya hikûmeta Sûriyê bikin da ku destûrîkirina zimanê Kurdî bibe serî û parastina vê statuyê bi bandor misoger bike.
Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye; ew bingehê nasnameya çandî, hebûna kolektîv û rûmeta mirovî ye. Weke fermî nasnekirina zimanê Kurdî a ku dewam dike, cihêkariyên dîrokî, newekheviya zimên û marjînalkirina çandî jî didomîne. Pergaleke destûrî ya demokratîk divê rêzê bigire ji cihêrengiya zimanî ya gelê xwe re û wê biparêze.
Hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan çarçoveyeke zelal ji bo parastina zimanan yên hindikahiyan saz dike:
• Xalên 26 û 27 yên Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî (ICCPR) parastina li hemberî cihêkariya zimanî û mafê hindikahiyan, bikaranîna zimanê wan misoger dikin.
• Xalên 2(2) û 13 yên Peymana Navneteweyî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî (ICESCR) mafê perwerdehiyê bêyî cihêkarî li ser bingehê zimanî diparêzin.
• Xala 5(1)(c) ya Peymana UNESCOyê ya li dijî Cihêkariyê di Perwerdehiyê de (1960), mafê hindikahiyên neteweyî nas dike da ku saziyên perwerdehiyê bixebitînin, û zimanê xwe bi kar bînin yan jî hîn bikin, li gorî şertên diyarkirî.
• Xala 4(3) ya Danezana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Mafên Hindikahiyan (1992) bang li dewletan dike ku derfetên têrê bikin ji hindikahiyan re peyda bikin da ku hînî zimanê xwe bibin yan jî bi wî zimanî perwerde bibin.
• Danezana Gerdûnî ya UNESCOyê ya li ser Cihêrengiya Çandî (2001) û Peymana Parastina Mîrata Çandî ya Ne-maddî (2003) giringiya cihêrengiya zimanî û parastina zimanan wek hilgirên nasname û mîrata çandî piştrast dikin.
Ev standardên navneteweyî nîşan didin ku ji bo wekheviya rastîn a zimanî tedbîrên erênî, parastina destûrî û gihîştina bi bandor a perwerdehiyê û xizmetên giştî bi zimanên hindikahiyan hewce dike. Ji ber vê yekê, em van daxwazan dikin:
1. Destûrîkirin û Fermîkirin
Destûra Sûriyê bila gelê Kurd weke beşeke yekpare ya cihêrengiya neteweyî û çandî ya Sûriyê nas bike û zimanê Kurdî, li kêleka Erebî, wek zimanekî fermî destnîşan bike; herwiha statuya fermî ya tam li herêmên Kurdîaxêv misoger bike.
2. Perwerdehiya bi Zimanê Kurdî
Destûra Sûriyê bila mafê hînbûna zimanê Kurdî û wergirtina perwerdehiyê bi Kurdî li dibistan û zanîngehan garantî bike û pişta vê yekê bi saziyên perwerdehiyê û çavkaniyên guncaw bigire.
3. Rêveberiya Giştî û Xizmetên Bingehîn
Zimanê Kurdî bila weke zimanekî rêveberiya giştî, rêveberiya herêmî û saziyên dadwerî yên têkildar bê nasîn, da ku gihîştina bi bandor a xizmetên giştî li herêmên Kurdîaxêv misoger bibe.
4. Parastin li Hember Cihêkariya Zimên
Destûr divê cihêkariyê li ser bingehê zimanî qedexe bike û derfetên wekhev di perwerdehiyê, karên giştî û beşdarbûna di jiyana giştî de garantî bike.
5. Parastina Çandî û Sazî
Dewlet divê saziyên perwerdehî, çandî û medyayê yên Kurdî biparêze û azadiya parastin, bipêşxistin û belavkirina zimanê Kurdî garantî bike.
6. Garantiyên Destûrî yên Karîger
Mafên zimanî yên Kurdan divê bi qanûnê karibin werin ferzkirin hem bi rêyên dadwerî yên karîger û hem jî bi beşdariya watedar a Kurdan di biryardana destûrî de.
Destûrîkirina zimanê Kurdî divê ne tenê daxuyaniyeke sembolîk be û ne jî weke îmtiyazeke siyasî bê dîtin. Ev mijareke bingehîn a wekheviyê, rûmeta mirovî û dadmendiyê ye. Marjînalkirina dîrokî ya Kurdan bêyî garantiyên destûrî yên ferzker ên ku statuya fermî û bikaranîna karîger a zimanê Kurdî di perwerdehî, rêveberiya giştî û jiyana çandî de misoger bikin, nayê çareserkirin.
Em bang li rayedarên hikûmeta Sûriyê dikin da ku zimanê Kurdî, li kêleka Erebî, weke zimanekî fermî nas bikin û parastina wî bi rêya Destûra Bingehîn û qanûnên bi bandor garantî bikin.
Di heman demê de, em ji Neteweyên Yekbûyî, UNESCO û civaka navneteweyî dixwazin ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û pêkanîna bibandor a van mafan bi pêş bixin.
Sûriyeke demokratîk li ser bingehê cudakeriya zimanî nayê avakirin. Naskirina zimanê Kurdî ne gefek e ji bo yekîtiya neteweyî; ew bingehekî sereke ye ji bo welatîbûna wekhev, aştiya mayînde û Sûriyeyeke demokratîk, piralî û vehewîner.
CALL FOR THE CONSTITUTIONAL RECOGNITION AND OFFICIAL STATUS OF THE KURDISH LANGUAGE IN SYR
We call upon the Syrian authorities to explicitly recognise Kurdish as an official language of Syria alongside Arabic in the Syrian Constitution and to ensure its equal use in education, public administration and public life through legally binding and enforceable guarantees.
At the same time, we call upon the international community, the United Nations and UNESCO to actively support this process and assist the Syrian authorities in achieving constitutional recognition and ensuring the effective protection of the Kurdish language.
Language is not merely a means of communication; it is fundamental to cultural identity, collective existence and human dignity. The continued exclusion of Kurdish from official recognition perpetuates historical discrimination, linguistic inequality and cultural marginalisation. A democratic constitutional order must respect and protect the linguistic diversity of its people.
International human rights law establishes a clear framework for the protection of minority languages:
· Articles 26 and 27 of the International Covenant on Civil and Political Rights (ICCPR) guarantee protection against linguistic discrimination and the right of minorities to use their own language.
· Articles 2(2) and 13 of the International Covenant on Economic, Social and Cultural Rights (ICESCR) protect the right to education without discrimination based on language.
· Article 5(1)(c) of UNESCO's Convention against Discrimination in Education (1960) recognises the right of national minorities to maintain educational institutions and use or teach their own language, subject to specified conditions.
· Article 4(3) of the UN Declaration on Minority Rights (1992) calls upon states to provide adequate opportunities for minorities to learn or receive instruction in their mother tongue.
· UNESCO's Universal Declaration on Cultural Diversity (2001) and Convention for the Safeguarding of the Intangible Cultural Heritage (2003) emphasise the importance of linguistic diversity and the preservation of languages as vehicles of cultural identity and heritage.
These international standards demonstrate that meaningful linguistic equality requires positive measures, constitutional protection and effective access to education and public services in minority languages.
We therefore call for:
1. Constitutional Recognition and Official Status
The Syrian Constitution must recognise the Kurdish people as an integral part of Syria's national and cultural diversity and establish Kurdish as an official language alongside Arabic, with full official status in Kurdish-speaking regions.
2. Kurdish-Language Education
The Constitution must guarantee the right to learn Kurdish and receive education through Kurdish in public schools and universities, supported by appropriate educational institutions and resources.
3. Public Administration and Essential Services
Kurdish must be recognised as a language of public administration, local government and relevant judicial institutions, ensuring effective access to public services in Kurdish-speaking areas.
4. Protection Against Linguistic Discrimination
The Constitution must prohibit discrimination based on language and guarantee equal opportunities in education, public employment and participation in public life.
5. Cultural and Institutional Protection
The state must protect Kurdish educational, cultural and media institutions and guarantee the freedom to preserve, develop and promote the Kurdish language.
6. Effective Constitutional Guarantees
Kurdish linguistic rights must be legally enforceable, with effective judicial remedies and meaningful Kurdish participation in constitutional decision-making.
The constitutional recognition of Kurdish must not be reduced to a symbolic declaration or treated as a political concession. It is a fundamental question of equality, human dignity and justice.
The historical marginalisation of Kurdish cannot be remedied without enforceable constitutional guarantees ensuring its official status and effective use in education, public administration and cultural life.
We call upon the Syrian authorities to recognise Kurdish as an official language alongside Arabic and to guarantee its protection through the Constitution and effective legislation.
At the same time, we urge the United Nations, UNESCO and the international community to support this process and promote the effective implementation of these rights.
A democratic Syria cannot be built upon linguistic exclusion. Recognition of Kurdish is not a threat to national unity; it is an essential foundation for equal citizenship, lasting peace and a democratic, pluralistic and inclusive Syria.
509

Kommentare von Unterstützer*innen
Updates zur Petition
Diese Petition teilen
Petition am 26. Oktober 2026 erstellt