Kampanya Kapatıldı

UNCHR ve IOM, Serres (Griechenland) Kampindaki Ezidilere Yapilan Kötü Muameleyi durdurun

Bu kampanya 17 destekçiye ulaştı


DAXUYANÎ JI BO RAYA GİŞTÎ


Civata Êzîdîyan li Kampa Serres Sîyaseta penaberîyê qef u tehdîdan li êzîdîyan dikin; Daxuyanî ya Giştî Di meha Tebaxê 2014 de, fermana dawî ya terorî ya DAIŞ'ê lî ser me hat kirin.

Bi hezaran mirovên hatine kuştin, bi hezaran jin û zarokên me li bazaran hatin firotin! Em bê hêvî jî welatê xwe derketin koçberîyê di bin behna xwîn û barutê bê xwarin û vexwarin. Bi hêviyên tengahî bi xewnên bêbawer bi qurbaniyên şer, jin û zarokên ku hatin firotin: bi hêviya kû tucarekê din ne bê ewlehî,bê tirs bê şidet û bê tehdîd û bê destdirêjî ! Em hatin di welatekî aram di nav ewlehî û parastinê bimînin.

Piştî ku gelek zehmetiyan du yê salekî em gêhiştîn Yewnanistanê bi şahî û hêviya merc û şerten jîyane kû nû le em li vir bi pirsgirêkên nû zehmetî û tehdît û teldeyan, rû bi rû hatin.

Em dixwazin hin tecrûbeyên xwe bi we re parve bikin. Heya ku gengaz e, em van tecrûbeyên binivîsin. Li 08/03/2016 li kampa Nea Kavala, komeke penaberên misilman bî tekbîran bang dikirin û bi nefretî li dij dînê me Êzîdîyatî ve êrîşa lî ser me dikirin, qefa kuştinê li mêran ezidî yan û firotina dê û jinê me kirin bi qefa rastîtecawizê û birîna serê zarokên me kirin.

Piştî ku ev bûyerên û erişên tundûtûj, me ji kampa Nea Kavala derketin û sê roj lî daristanê bê xwarîn bê vexwarîn û bê av man.

Piştî van bûyeran me anîn kampa Serres. Bi piştevanîya Şaredariya Serres û xelkê serrezê, Ev nezî salek e em lî vîr nav ewlehî ye dene. Ev du û sê mehên dawî, em dibînin ku hîn listik û henekên lime dikin û rûmeta me bin pan dikin. Karê me nameşînin bime alaqe nabin em çi bêjin û ji wan dipirsin, tu bersîvek ser rast nadin . Bêguman hemu berpirsîyarên UNCHR û IOM, ev bersiva didin ku ev karû baren wezaretê ye ne yê wan e.

Di tebaxa 2017 de ji alîyê UNCHR pêşniyare kî li me hat pêşwazî kirin: «Eger heke hun qebûl bikin herin Atînayî, emê we li malan bi cîh bikin û emê pêvajoya çuyînê (barkirinê) we hêsantir bikîn, ». Hin ji niştecîyên ku li kampê vê pêşniyarê qebûl nekirin û lî kampê man ê kû biryar dan û peşnîyarê qebul kîrîn û çun Atînayê lî mala cîhnekrîn lî cîhe malan lî hotelan bicîh kirine rewş û şertên dî navdane ne kefxweşin û dîxwazîn vegerin kampa serreze Ji wî demê şunda piranîya niştecîhên ku we pêşnîyarê red kir, UNCHR karûbarên xwe nameşînin dereng dixînin an jî tu agahikî serrast nadîn bes tên di nav kampê de duxwîyên û diçin tu kesek niştecîyên kampê ji wan ne razîne. Ji meha 8 an şunda heya nuha, malbatên ku hatine li kampê diminîn û ew van malbatan çi qeydê kampê dikin çi jî jib o qeyda daîra penaberan dikin tu alîkarîya însanî huquqî nadin.

Sazî û berpirsîyaren IOM û UNCHR, "sazîyên navneteweyî parastina mafên mirovan û a penaberan " ku tenê alîkariya mirovane pêşkêş nakin. Ew dibêjin û dîyar dikin ev biryarên Wezareta peneberan e ji bo wî jî ew nikarîn alîkarîya însanî ne jî huqukî bikin ji ber ve yekê jî ev kesena ger ji kampê derkevin û biçin. Dawîya mehan 8 tan 2017, IOM hemu wergerên xwe yên Kurmancî jî kar derxîstîn bes tenê du wergerên zimanê Erebî hiştin .

Ev ji bo sazîyekî navneteweyî dilxwaz rureşî û şermekî mezine û ev ji bo me jî bê rumetîye. Ev gav ji alîye Mirovatî ye ve Huquqî de û pîşekarîyê de bê rumetîyekî ji bo zimanê zikmakî ye. Di destpêka meha 10 an 2017 de, 10 malbatan Ezîdî, nêzîkî 60 kes hatin kampê.

Bi biryarê Wezareta peneberan bi cîh kirin le çend rojan tu alîkariyek mirovî nekirin (dereng xistin) wek xwarin, xwarin,cil û berg, roj bi roj astengî zehmetîyan derdixin ber me , wekî ku me birêya xwe bi awayekî sucdarek ceza dikin. Her rêxistin sazîyek berpirsiyariya xwe karên xwe davêjin li ser sazîyekî din û bi vê awayê bê rêz û hurmetî henekên xwe bi me dikin. Di 19ê çile 2017 de, di nav kampê de bi lez bez bi seyareyan kutîyên xwarîn vexwarîn û cîl û berg nivîn dibirin dadanitîn nava konteynerên vala.

Dema ku em ji wan pirsî ji ber çi belav dikin tu agahîkî serrast nedan me di nava rojê de bi pirsîyarên me yên bi berdewan bi zextên me berpirsîyarên IOM bersîva me dan û gotin ji alîyên ofîsa wan hatine agahdar kirin kû 60 kesan bînin kampê û ew nizanin çi milletin û vê gave li rê ne ewê bên kampa serreze.

Duyê van buyeran lîstîk û henekê xwe bême kirin danê evarê niştecîyên kampê biryar gîrtîn û nerazîbunên xwe nîşan dan û xebatkarên van sazîyan derkevin dervayê kampe. Di saeta saet 10.00 de, yek kesên ku berbîrsîyarê IOM û nûneriya Wezareta penaberan gazî lî me kîrîn kû eme biçin li ser van buyeran bi wan re biaxivin ji bo nîqaşkirinê hatibûn vexwendin.

Em nav xwe de kom bun û lî ser 7 kesan li hev kirin û li ser nave cîvatê beşdarbuna civînê bin Nuner û berpîrsîyaren ku hatubun ji me xwestîn ku ji bo çi em van 60 kesê ku tênê kampa serrezê qebul nakin û nagrin hundir. Me pêşîn sozê da dayikan jinên bê mêr û zlamên wan ne ba wane.

Em gotinên xwe anîn ziman tirs û sedemên xwe gotin, û em diyar kirin dij derketina me û hessasîyeta yê vê buyerê ji bo 60 Muslumanên, Afganistanê, kongoyî, Somali divê nekevîn nava kampa serreze. Bersiva berdevkê wezareta bî awayekî zelal bû: Wî ji me re got ku, eger ku hun ev 60 kesan qebul nekin, wê di medyayê de Êzîdî yan wek nijadperest an dîyar bikin bidin weşandin.

Pirsa me ew bu kû nezîki du mehan e:Wekî berê jî me gotibû, çima ew kesên ku hatine kampê hun qeyd nakin? Çima hun me cuda dikin qeyd kirî û ne qeyd kirî ji bo çi hun alîkarîya însanî nadin van kesên me? Bersiva nûnerê Wezareta zelal û bi manîpule bu: eger ku van 60 kesên tên hunê qebûl bikin, piştre jî emê wan kesên we qeyd bikin.

Em peşnîyarekî ji bo çareserîya vê buyerê kirin û me got berê her tiştî hun hemu Ezidî yên li kampên din li Yûnanistanê ne bînin kampa Serres ê kom bikin û paşê heke cîh ma ev 60 kesena jî li vir cîh bikin. Bersîva Nûneriya wezareta berbiçav û eşkere jimera got: "Hûn di vê welatê de wek mêvanek in, hûn ne di rewşek muzakere bikin nînin ." jî ji me re got hun bizanibin ku ji niha û pê ve ji raya wezîrê ji bo we Êzîdî yan hatîye guhertin û ji niha û pê ve ew tedbîrên nu bigre.

Pişt re, nûnerên wezareta peneberan bi tenê sere xwe derange şevê li mala malbatekî yek ji nûnerên me dîyar bu. Wî li wir anî ziman ku piştî ragihandinê (agahdarîya) bi Wezîrê xwe bike, ku ewe bizanibe bersîven we ya heya nuha neyînî ne û vê demê şunda jî wê bersivên me jî neyînî be ne tenê di jiyana rojane de, lê di biryara pevajoya penaberî û biryara gêhiştina malbatî de jî bandor û tesîr lê bike.

Berdewamî ya bî bi tehdîdan qefan ji mere goti ku yên ku li vir ne qeydkirî ne, wê li vî kampê neyên qeyd kirin, û ji vir mej ve tu alîkariya kî însanî neyên kirin. Wî me ji me re got ku ew dê ji kampê biçin diçin ku bira biçin tu elaqa me pê wan zarok û jina nîne. Em ji vê buyerên qewîmîn xemgînbûn.

Dema ku otobusan li derveyî kampê rawestîya bun (Afganî û Efrîqî) û li wir bi hebûna polîsan digerîyan, paşê me dît ku wêneyên zarokên me û mirovan digrin. We gave em xemgîn bûn deriyê kampê li ser wan girt. Hevîya me ewe ku hûn tirsên me xewnen meyên kabusî fam bikin. Daxwaza me û hevîya ewe ku di welatê we de bi aştiyane û bî aramî û ewlehî bijîn. Û di dawiyê de em dixwazin destnîşan bikin ku, piştî 73 ferman qirkirin, şer, û cefa hatîye li sere gelê Ezindi yan ji ber vê yekê jî Ezîdî ne nîjadperest in. Em daxwazin piştgirî me bidin û me fam bikin

Civata Êzidî ê li Kampa Serres.​ 25.10.2017



Bugün N imzanı bekliyor!

N A bu imza kampanyası için senin desteğini bekliyor: «Medeni Ay: UNCHR ve IOM, Serres (Griechenland) Kampindaki Ezidilere Yapilan Kötü Muameleyi durdurun». N ve imza atan diğer 16 kişiye katıl.