
JÎ BO YEKİTİYA KURDA / ULUSAL BİRLİK İÇİN ÇAĞRIMIZDIR,

0 kişi imzaladı. Hedefimiz 1.000.
Em li dinyayeke welê ne ku niha çar aliyên me bi hovîtî, mirin, kiryarên li dijî mirovahiyê hatiye dorpêçkirin. Di vê serdemê de tenê tiştek li me Kurdan tê ferzkirin. Ew jî nejiyan e. Çirûska destpêkê ya Şerê Dinyayê yê Sêyemîn li Rojava hate pêxistin ku wê di navbera gelên li Rojhilata Navîn bibûya sedema êşên giran û dûrketina ji hev. Em bi rengekî eşkere dibînin ku di şexsê gelê Kured de qirkirinekê dest pê kiriye. Yê ku serkêşiyê ji vê qirkirinê re dike dewleta Tirk bi xwe ye.
Tabloya ku derketiye holê daxwaza ji bo tinekirina Kurdan bi temamî ye. Dewleta Tirk bi vê êrişa dagirkeriyê radigihîne ku li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe wê hebûna gelê Kurd, destketiyên wan û statuya wan weke dijminê xwe bibîne û hebûna xwe jî dixwaze li ser tinekirina gelê Kurd ava bike.
Hunermend û rewşenbîr li dinyayê parêzvanên mirovahiyê, ronahiyê, hêvî û azadiyê ne. Em jî bi navê hunermend û rewşenbîrên Kurd li bendê ne ku hunermend û rewşenbîrên dinyayê di vê rewşê de ku hewldana qirkirinê li dijî me heye, me bi tenê nehêlin û helwestê nîşan bidin. Bi alîkariya we wê bala raya giştî biçe ser mijarê û bi vî rengî em ê karibin êrişa qirkeriyê asteng bikin. Em pê piştrast in ku hûn ê guh bidin dengê me û di vê pêvajoyê de gelê me bi tenê nehêlin.
Em dibînin ku tê xwestin gelê Kurd li pêş çavên tevahiya dinyayê bê tinekirin û di vê nuqteyê de em kedkarên hunerê û rewşenbîr zanin ku li dijî vê qirkirinê divê xwedî sekn û helwesteke xurt bin. Em hunermend û rewşenbîr, ji bo ruhê me, keda me, rengê me bigihêjin hev me ji xwe dest bi afirandina hevgirtineke xurt kirin. Em hêvî dikin ku ev yekîtî wê bandorê li her kesî bike.
Bêyî yekîtî û têkoşîna hevpar, bidestxistina destketiyên nû li aliyekî metirsî heye ku em destketiyên heyî jî winda bikin. Eger destketiyên gelê Kurd wê bên parastin, ev yek wê bi asta têkoşînê ya li hemû parçeyan, bi hêz û serketina têkoşînê, bi yekîtiya neteweyî pêk were. Pêwîstî bi wê heye ku rewşa heyî ya parçebûyî teqez ji holê bê rakirin.
Em; rewşenbîr û hunermendên ku xwe weke wijdanê civakê dibînin bang li hemû hêzen berpirsyar dikin ku ji bo yekîtiya neteweyî li hev kom bibin.
BANGEVAN
1- AHMED HÜSEYNİ ------------- HELBESTVAN
2- ALİ ZÜLFİKAR------------------ŞÊWEKAR
3- BAHREM HACO-----------------ŞÊWEKAR
4- CEMAL ABDO-MIRE HEKAN---------ŞÊWEKAR
5- Prof. CELÎLÊ CELÎL-------------------LÊKOLÎNÊR
6- CİWAN HACO---------------------HUNERMEND/ MÛZÎKJEN
7- ÇETİN ORANER-------------------HUNERMEND / MÛZÎKJEN
8- CİWAN TETER------------------HELBESTVAN Û NİVÎSKAR
9- ÇELENG OMER----------------AKADEMÎSYEN û LÊKOLÎNÊR
10- ÇOPPY------------------------HUNERMEND/ MÛZÎKJEN
11- DELÎL MÎRSAZ ------------- HUNERMEND/ MUZÎKJEN
12- DİLAVERE ZENGİ---------WÊJEVAN/ NIVÎSKAR ( Serokê Yekîtiya nivîskar û rojnamevanên Rojava)
13- DİYAR DESİMİ----------HUNERMEND/ MUZÎKJEN
14- EMEKÇİ---------------- HUNERMEND / MUZÎKJEN
15- EKREM HEYDO----------SÎNEMAKAR
16- EKREM EFRAM----------ŞÊWEKAR
17- ELİ SAYİT----------------HUNERMEND/ MUZÎKJEN
18- ERSİN ÇELİK------------DERHENER/ ROJNAMEVAN
19- EZİZ MAMLE------------HUNERMEND
20- FERHAT TUNÇ----------HUNERMEND/MUZÎKJEN
21- FİRAZ MOHAMED RAMADAN---------ŞANOGER
22- GARİP DOST-------------HUNERMEND/MUZÎKJEN
23- HANİ MOJTAHEDY-------HUNERMEND/ MUZÎKJEN
24- HELİM YUSUF------------NIVÎSKAR/ ROMAN NIVÎS
25- HEMEN KURDAXÎ-------HELBESTVAN / NİVÎSKAR
26- HESEN ŞERİF------------HUNERMEND/ MUZÎKJEN
27- KAWA NEMİR----------- NÎVİSKAR/ WERGER
28- MEHMUD BERAZİ--------AKADAMISYEN/ MUZÎKJEN
29- MEHMET BAYRAK--------LÊKOLÎNÊR/ DÎROKZAN
30- MELEVAN RESUL--------NIVÎSKAR/ ROJNAMEVAN
31- MERWAN BEREKAT------WÊJEVAN
32- MIZGİN TAHİR-----------MUZÎKJEN/ OPERA BÊJ
33- MİKAİL ASLAN-------- HUNERMEND/ MUZÎKJEN
34- MÜNİR ŞEXE------------ŞÊWEKAR
35- NECMETTİN XULAMİ-------HUNERMEND/ MUZÎKJEN
36- REŞİT SOFİ-----------AKADEMÎSYEN/ MUZÎKJEN
37- SALİHE HEYDO---------WÊJEKAR/ LÊKOLÎNÊR
38- SEFQAN ORKEŞ--------HUNERMEND/ MUZÎKJEN
39- ŞEHRİBANA KURDİ------- HUNERMEND/ MUZÎKJEN
40- ŞEMDİN--------------HUNERMEND/ MUZÎKJEN
41- ŞERO HINDE--------- SÎNEMAKAR
42- ŞIWAN PERWER-------HUNERMEND/ MUZÎKJEN
43- ŞALİKO BEKES--------NIVÎSKAR Û ŞANOGER
44- TEYMUR EVDİKE---------SÎNEMAKAR/ REJISOR
45- TARA CAF----------HUNERMEND/ MUZÎKJEN
46- ZANA ÖMER-------AKADEMÎSYEN/ LÊKOLÎNÊR
47- XELİL XEMGİN--------HUNERMEND/ MUZÎKJEN
İmzanı tamamla
0 kişi imzaladı. Hedefimiz 1.000.