Berpirsên kuştina Emîn Îsa divê bên darizandin!

Berpirsên kuştina Emîn Îsa divê bên darizandin!

0 have signed. Let’s get to 200!
At 200 signatures, this petition is more likely to be featured in recommendations!
Kurdên Diyasporayê started this petition to Rêberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê

Kî dibe, ji ku dibe û çi kiribe bila kiribe, êşkence binpêkirina mirovahiyê ye! Mirov bi mirovahiyê mirov e! Û sed mixabin îro wek ku li Tirkî, Îran, Îraq, Sûriyê û herwekî din bêwestan, li Rojavayê Kurdistanê jî carcarê mirov di bin darê desthilatdariya Rêberiya Xweser de êşkence dibin û tên kujtin! Di vî warî de Emîn Îsayê ku di 22yê gulana sala 2021ê de ji bal Asayişa Rêberiya Xweser ve hatibû girtin û Asayişê termê wî di 28ê hezîrana 2021ê de teslîmî malbata wî kiribûn, nimûneyeke ber bi çav e!

Hêviya me ew bû ku Rêberiya Xweser bûbûya desthilata mezlûman, mezlûm û civaka kurdî dûrî zilm û zora nav xweyî kiribaya!

Em wek ronakbîr, pêzan, rêzan, alîgir û dilxwazên doza kurd û Kurdistanê, vê xiyaneta mezin ku di kesayetiya Emîn Îsa de bi mirovahiyê re hatiye kirin şermezar dikin, ji birêvebiriya Rêberiya Xweser bi dilekî xemgîn daxwaz dikin ku bi hemû hêza xwe ve li ser vê karesatê raweste, asas berpirsên karesatê derxîne holê û heşkere heşkere teslîmî dadgehê bike.

04.07.2021, Komîteya Birêvebir

Laleş Qaso, Ibrahim Yusif, Jan Dost

0 have signed. Let’s get to 200!
At 200 signatures, this petition is more likely to be featured in recommendations!